Xwendevanên hêja, Di sala 1997-98 an da min gelek meraq kir ku ez li ser Kurdên Anadoliyê nivisek binivsînim. Min gelek ji xwand û gelek rûsipî guhdar kirin. Ji devê wan agahî girtin. Ji bona ku wext nebu, min min nikarî ku ez li ser zede lêkolîna pêk bînim. Evqas di destê min re hat min ewqas nivîsand. Ez ji bona kemasiya ji we lêborîna xwe dixwazim.
Binêre û bibêje lawo. Em ji ku hatin..........
Ne bi xêra bavê xelkê hatin vir. Bi ku?tin, bi talan, bi sûrgûnê ji ber zilmê, ji ber zordariyê, ji ber talanê. Hinek ji me bi ga, hinek ji me bi li ser milê hespa..... Em bi rê da birçî û tazî man ji guran re bûm yêm. Em hatin li welatê Roma re? ewirîn.
?aîr Mehmud Nejat ji Silêmaniyê namek ji kovara Jîn re ?andiyê tê da wiha nivisiyê
"Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê.
Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî.
Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.
Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune.
Eger ku me hevdu nedît, bila la?ê min li çiyê bimîne.
Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li la? min xîne.”
(Hejmar 8, rûpel 11)
Li vir hesret û daxwazên xwe tîne ziman.
Xwendevanên hêj, wekî tê zanin li der û dorên Anadoliyê di jorî 500-600 hezarî Kurd hatine sûrgûnkirin û li herêmê dijîn. Piraniya wan li derdorên Ankara, Konya, Kir?ehir û Haymanê, Yozgatê ewirînê û welat û axa xelkê ji wan re bûye welat. Lê belê ew çiqas li ser wê axê bijîn jî wan ti caran welatê jêrin/Kurdistan bîrnekirin. Wan ziman kultur û edetên xwe ji bîrnekirin. Bi Kurmancî dengkirine û Kurmancî xewn dîtin, bi Kurmancî ?în kirine û bi Kurmancî jîyan. Hetanî van rojan zimanê Tirkî ji wan re hertim xerîb e. Bi vî zimanî tat em nikarin dengkin. Zimanê xwe di ser her ti?tekî re girtine.
Di salên 1960 an da radiyoyê Erîvan hebûn wan bi can û û dil diçû ew radyo guhdar dikirin. Gava ku seat dibû 6 ê êvarê herkes li ber dengê Meyremxan û Kawis Axa rûdini?t ew guhdar dikirin. Lê di demeka kin da dewleta Tirk lê çû ferqiyê ku ew radyo ji aliyê Kurdên Anadoliyê ve tê guhdar kirin. Frankasên wî dengî kêm kirin. Dengê Meryemxan û Kawis axa birîn. Kurd bi seatan di radio diqeri?in ku wî dengî bibhîzin. Lê xebera wan tune bû ku dewletê frankasên wî birîne. Digotin ”va meratî me yî radio yî deng Îranê/Îraqê be?ê Kurdî nak?îne çimo lo!?” hers dihatin.
Gava ku me digot "pazar" û "pazartesî" dapîra me li me diqahrî, digotin "ew çine, di dema me re ew rojên wiha tune bûn. ?emî yek?emî û du?emî hebûn." Dewletê her yek ji me avêtibû de?tekê. Em Kurd ji hev bêxeber bûn. Me jî hetanî van salên dawiyê nedizanî Kurd li aliya Behra Re? Samsun, Bafra û Sakarya, Tokat, Kayserî, Eskî?ehrê û Burdurê hene. Kurdistanî ya jî ne dizanin ku Kurd li aliya Konya, Ankarê hene. Em ji hev bêxeber bûn. Gava ku me ji wan re digot, em ji aliya Konyê ne. Em li wir dijîn. Wan ji me bawer nedikirin.
”Na lo!...” Digotin, ”li wan derana Kurd çi digerin? Ma?ellah we Kurdî xwe ji bîrnekiriye haaa!” Me digot, ”em ji e?îreta Re?iyane. Bi navekî din bi me re dibêjin Ga westiya. Gawên me westîne." Lo Ewdo! digot, "xwarzî dibêje em ji aliya Konyê hatine. Li ser çawan hatine bavê min..."
Mirov dikare sûrgûniya Kurdên ku niha li Anadoliyê dijîn bi du birra bike.
1-Sûrgûniya dema Osmaniya
2-Sûrgûniya dema Komara Tirkiyê re
Ez dixwazim ewil behsa goçeriya dema Osmaniya bikim ku di wê demê de, Osmaniya Kurd çawa goçberî der û de?tan kirine. Tirka gelek caran êrî?ên mezin birine ser Kurda. Di navbera Kurd û Tirkan de ?erên giran dijwar pêk hatine. Gelek mirov ji hev hatine ku?tin. ?opa Kurda li navça Anadoliyê gelek kevn e. Ew teqabûla sedsala 15 û 16 an dike. Îro çawa dewleta Tirk gund û bajarên me di?ewtîne, Osmaniya jî di wê demê da dest bi ?ewat û talan kirine. Lê gelê Kurd li hember dijminê xwe bi mêranî ?er kiriye. Ti cara stûyê xwe li ber wan xar nekiriye. Wekî Kurdekî serbilind jîya yê. Kurd mecbur man ê devê xwe danê çol û baniya û li weltên xelkê bûne mûacir û bindest.
Bi milyonan Kurd ji ser axa wan hatine ajotin. Di vê rûre?î û bext re?iyê da dewleta Osmanî ne bi tenê bûye. Hertim ?îrîkên wan hebûne. Ev jî serok e?îrên me bûn. Dewletê ew bi ?ilt û madalyê zêr û zivînî xelat û nî?an kirine. Ew ki?andine aliyê xwe. Kê mal daye ê, kê perê û kê desthildarî ya e?îretî dayê. Lê gava ku dewleta Osmanî axa û begên me ka?andin cem xwe vêcarê jî di nava wan da fîtne û fesadî derxsitiye ku wan ji hev biqetîne û wan bi?înin cîyên dine dûrê nezan. Wan bêhêz bikin.
Li wî demê de?ta Anadoliyê gelek fereh û bêxwedî û vala bû. Dixwastin ku herêma xwe vala bi wan tijî bikin. Sûrgûniya Kurda gelek salan ajot. Sal hatin 1870-1880 an.
E?îret û qebilên Re?iya bi gerê û gerê westiya bûn. Ji bac dayine westiya bûn. Wan jî êdî dixwastin li ciyekî biewirin. Ji xwe re warekî bigirin û bibin xwedî mal û milk.
Hinek rûspîyên me wiha dibêjin, ”Serokên E?îra ji hev heznedikir û hevdu biçûk didîtin, ji hev lome û gazin dikirin." Li odeyekê an li civatekê li ser tuneye ?er dertêxistin ji hev bi dehan însan diku?tin. Elbet di vir da rola Îslamiyê jî pir bû. E?îretên Anadoliyê bi piranî ji mezheba Henefî (Sûnî bûn) Nedixwastin ku digel mezhebê din bijîn. Îro em dibînin ?êxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba ?ahfî ne. Dimilî li aliyekî ne ?ahfî û Henefî ne. Têkiliyên xwe pir bi hev re pir tunen. Di nava civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û Elewî jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe dernetêxistine. Giran û giran ew jî derbasî aliyê Sûniya dibûn.
Hetanî salên 1950-60 an de hê ?opa Êzîdiya li ser Kurdên Anadoliyê hebû. Sîng singo dilistin, agirên mezin vêtêxistin û di dor wî agirî re govend dik?andin û kilam distiran. Digotin, ”avê li êgir neke, ocaxî te kur bibe.” Berî xwe berve rojê dikirin, dua dixwandin. Berî xwe berve hîvê dikirin, duê dixwandin. Gava ku jina porê ?ê dikirin, porê wan î ku diwe?î ve?er dikirin, digotin ”gunehê vî porî ve?erin.” Gava ku me xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina derdiket.
Kalê min digot, ”Ew çiyê lo hûn wek Êzîdiya serhî?ikin.” Min carekî ji wî pirsî got, ”Kalo çima Êzîdî ewqas ser hi?ik bûne? ”Kurê min, me dîn/ola Mihemed qabul kir. Lê wan qabul nekirin,li ser dîn/ola xwe man.’ Mînakên wiha gelek in.
Mehmet Emîn Zekî ji bona sûrgûn û goçeriya Kurda wiha dibêje, ”Sûrgûnî û goçeberiya Kurda li ser Kurda bi bihayekî pir pir giran bûye mal. Bi xwe re ê?, zulm, zordarî û nexwe?î aniye. Li wê demê 3000 gundên Kurda bi erdê re kirine yek û hatine ?ewitandin. (Îro jî aynî metod bi kar tê. Ji sala 1984 an da hetanî roja ma îro 5000 gundê Kurda hatin ?ewitandin an valakirin. Bi milyonan Kurd li metrepolên Tirkyê per û pêrî?an bûn. Bi deh hezaran zarokên Kurda keç û kur li kolanên Stanbol, Îzmir û Ankerê diziyê dikin û eroîn û esrarê difro?in, bi hezaran keçikên kurdê têr û tezê la?ê xwe difro?in)
Gava ku dem hat 1900 an 1919 aboriya Osmaniya gelek xirab bû. Dewletê êdî nedikarî ku eskerên xwe têr bike û erzaqê wan peyda bike. Di dest wan da rêyek mabû. Ji dest e?îra bigirin û bidin eskera. Li herêma Amedê ji bona ku alîkariya Osmaniya lojistik nekin bi hezaran Kurd berve Musulê çûn û Qismek jî ber ve Edenê û Helebê çûn. Min ji dostên xwe bîhstî bû, gava ku Kurd geh?tin Musul û Helebê wan bi rê da gelek tengasî dîtin û bi hezaran bi rê da mirin. Gava ku ji wan re qala rêwitiya xwe dikirine, dil û kezebê wan ji ê?a ku wan dîtî dipertlîne.
Di koçeriya Kurdan da rola Îdris Bedlîsî jî giran bû. Ew bi xwe ji Kurdên Sûnnî bû. Bi alîkariya Osmaniya e?iretên Elewî diajotine Rojava ya Tirkiyê. Di wê demê da serokê Osmaniya Yavuz Sultan Selim, Îdrîsî Bidlîsî wek mîrê mîran li herêmê hilbijartiyê û roleka mezin da ye wî. Îdrîsî Bidlîsî bi xwe ji mezheba Sûnnî bû. E?îreta Murdarîya Elewî bûn. Di nava e?îretan da hertim ?er û pêvçûn hebû. Sultanê Osmanî gava ku Îdrîsî Bitlîsî tayina Kurdistanê kir mohra Kurdistanê û kurkê serokatiyê jî li wî kir.Yavuz Sultan Selim xwe ji ?erê Çaldiranê re amede dikiribû. Wî dixwast aliyê Kurda bigire saxlamiye. (Tabî em li gor ku rûspî dibên)
Ez di sala 2004-05 an da pir caran çûm bajar û gundên Samsûrê, Mere?/Gimgim û Rihayê. Ez li wir bi Kurdên Elewî re axivim û çûm bûm mêvanê malên wan. Axavtin û rabûn û rûn?tikandin wan wek yê me bûn. Gava ku tu çûyî wir tu xwe li gundê xwe û li zozanên xwe hîss diki. Tu hîngê dizanî tu ji vir hatî yan jî çûyî. Çiqas e?îret li Navça Anadoliyê hene, ew e?îretan li wê derê jî hene. E?îreta herî mezin jî e?îreta Re?ûya yê.
Ez çûm gundekî, ew gunda hemû Elewî bûn. Ji e?îreta Omera bûn. Min got, ez jî Omerî me. Mirovekî rûspî got, hûn birazî û xwerziyê me ne. Min li ?arên serê wan nêrî, wek ?arên aliyê me hatibûn girêdane. Ez çûm gundekî bi navê Gulweran e. Mirovekî bi min re got, kalê min ji Heymanê hatine vir/Samsûrê. Ez çûm gundê Osman Sabrî Narincê. Ew gunda hemû ji e?îreta Ra?ûya bûn. Dîrok zan û ziman zan birêz Osman Sebrî di kowara Hawarê da li ser Gawestiya nivîsek nivîsandiye. Behsa Re?ûya dike.
Gawestiya
, îro mirov li gelek dewerên Kurdistanê rastî e?îretên bi vî navî tê. Lê bi piranî jî li Samsûrê hene. Ew e?îretan wekî e?îretên Gawestiya tên nav kirin hene.
Ew dibêjin di dema Osmaniya re em hatine sûrgûn kirin. Her malekê cotek gayî xwe hebûye. Me bi ga û golika dabûn dûv hev em hatin de?ta Anadoliyê. Di nava me da her tim cudayetî derdiketiye. Hinek ji me pa? ve diman, digotin, ga ên me westine. Ew bi ciyekî din da diçûne. Bi wan re Gawestî digotin.
Ga Wenda,
ew jî dibêji, ga ên me wenda bûne. Îro mirov li Aliyê Qonyê û Ankarê rastî wan tê. Gundekî nêzîka Ankerê bi navê Gawenda gundek heye.
Ga Guran,
ga ên wan ji aliyê xêrnexwaz û neyarên wan ve hatine dizîn û serjêkirin çermê wan guran e. Ji bona wê bi wan re jî dibêjin, ga Guran.
Ga Nesekininan
, ew li rê mijûl nedibûne û rêyan xwe digirtine.
Ga Belek
, îro ew e?îreta li gundê ?erefliyê dijî.
Qadrî Cemil Pa?a jî ji bona Gawestiya wiha dibêje, di kovara Hawarê da. "Berî sed salî pirê Kurmanca koçber bûn. Havînê xwe li çiyayên Kurdistanê ên heftreng dema xwe di nav gul û gulîlkan da derbasdikirin. Pêz û dewarên xwe diçerandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên dine germ. Ji fêrat heta Diclê li vê de?tê hana fireh cî cî koçer dihatin. Di vê çûyin hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên malên wan hildigirtin. Yekcaran çend malan ji ber qelsbûna gayên xwe nedikaribûn tevî hêla xwe bime?in. Ji wan vediqetin, di cîkî têr av û giya da çend rojên xwe dibihartin. Pa?ê diçûn digeh?tin heval û hogirên xwe. Qebîla Seyitxan jî yek ji wan e bû. Mînak hinek jî çiya dadikevin li de?ta Dêrîkê dimînin /manê. Yên ku li dora Dêrîkê manê qebîla Rûta ye. Bi Xerecanan ve pismamê hev in."
Osman Sebrî jî di hêjmara Hawarê 52 an da nivîseka dûr û dirêj li ser Gawestiya nivîsandiye, ”Ez bi xwe jî e?îreta Gawestiya me. Dikarim di vî warî bipeyvim.
Mirdêsî, berê di Kurdistana bakûr da navê emareteke mezin bû ko îro mîrê wê li bajarê Egîlê rûni?t. Îro ew nav li ser e?îran bi tenê maye ku ew e?îrê koçerên mirdês bûne. Pi?tî ko emareta Mirdêsî di hev da ketin, bûn sê kêriyan/perça, êdî xortaya xwe wenda kiribûn. Roj bi roj hêza wan qesl dibû.
Dema malbata Mîrê Mirdês pir mezin dibû, pismîrên ko çav didan mezinatiyê jî zêde dibûn. Dilbihewesên mezinatiyê di nava Egil û binguhên mîr da nikaribûn herçiya/ti?tên di dilên xwe da bînincîh. Ji bona ku daxwazên di dilê xwe da bînin cîh yek bi yek ji Egîlê derdiketin berê xwe didan gund û bajarên keviyê emeratê. Di vê dûrketinê xuya bû ko dilê koçerên mirdês û vegera welatê Egîlê tunebû. Hinek berva Raqayê diçûn û hinek berva aliyê din diçûn.
Ji wan pismîran Evdil-Hey begê tevî hezar malî berê xwe da welatê Qonyê de?ta Heymanê. Ew hezar mal îro li wî erdî bicih bûne, ko bi wan re Mirdêsê Evdil-Hey dibêjin. Ên ko ma yî jî vedigerin zozanên xwe dibin du biran.
Hinek derbasî Qerejdaxê û li vir derbasî Diyarbekir ê bûne. Bi wan re mirdêsê Têrikan digotin, bira mayî tevî Mihemed efendî di pi?tî Qerejdaxê da li qiracê Qergêçiyan mabûn, bi wan ra jî Mirdêsanê Gawestiyan dihat gotin. Li wê dera pir neçûye vê carê jî derbasî Gaxtê kuntera çiyayên Bêlî (Çiyayê Nemrût) bûne.
Min di der bara Mirdêsan da gelek çîrok jî rûspîyan bihstin, pi?tî ko koçerên Mirdêsan berê xwe dane zozan, gayên wan li wir westiyan e di quna vî qeracî da bi cîh bûne. Ên we yên ganewestî ko Têrikan in xwe dane pi?ta Diyarbekirê. Ji xwe birê we yê ko çûnê Heymanê Mirdêsê Evdil-Hey bûne. Tu bi xwe ji me ba?tir jî dizani.
-Gelo sebeba çûyina Mirdêsanê Gawestî ko va erda berdane û çûne çiyê tu dizanî?
-Belê çawa nizanim. Pi?tî ko mirdêsê Gawestîyayî bi Têrikan ve ji hev qetin, hon ê Gawestî di quna vî qiracî da bi cîhbûn, û we ev xirbê ko bi Mirdêsan bi nav bûye. Lê vê yeka han demekî dirêj dom nekir. Sê-çar sal bi ser da neçûn ko di navbera Qeregeçîyan Mirdêsên gawestî da ?erkî pirî dijwar derket. Ji her du aliyan bi dehan mêrxas û egîd hatibûn ku?tin. Van herdu e?îran nema dikarî bûn di erdekî da rûni?tana. Hikumat û hin e?îrên dorê ketibûn navberê. Dawî qerar dabûn ko herçî e?îra ko mêran wê gelek hatine ku?tin dê bimîne û ya/yê din wê li wî erdî barke. Li ser vê qerarê, qereçîyan bi ?ev cendekên ku?tiyên we mirdêsan di gorên wan da bi derxistibûn û seyên ku?tî êxistibûn ?ûna wan, û candekên Mirdesan di nav ên xwe da raveyî hikumatê kiri bûn. Gava ku hikumatê goristanên herdu e?îran vekirin, di a Qereçîyan da 20-30 ku?tî, û di ya Mirdêsan da deh seyên/kuçik ku?tî dîtibûn. Hinga hikumatê pê da bû pi?ta Mirdêsan û di qirêc da bi derxistibûn û wan jî berê xwe da bû çîyayê Bêlî/Nemrut, cîhê ko îro jê ra Mirdêsan tê gotin. Bi vê çîrokê Evdilqadir me xwe gihandî bû ber pegên xirbê Mirdêsan.”
E?îrên ko bi navê Mirdês têne xwendin di sê cihan da rûdinin. Cihê yekê, Mirdêsê Evdil-Hey di de?ta Heymanê da, ko tevayiya wan deh gund in. Cihê didoyan Mirdêsê Gawestiyan di nîvroyê Meletiyê qeza Gextê da ku tevayî wan nêzîkî sed gundiye.
Cihê sisêyan, Mirdêsê Têrikan in, ko tevayîya wan digehê dora dused gundî.
Li Serhedê/Qere Kilîsê bi navên Osman komî, Bazarcixê sê gundê Mirdêsan hene. Berî sed salî li welatê heymanê ji Mirdêsê Evdil-Hey veqetînê. Îro ji emareta Mirdês a mezin bi tenê ev sê e?îr û sê gund wî navî diparêz in.
Wekî min li jor gotibû, li Kaxtê Gundê Gulwerane mirovekî bi min re got, "dê û bavê min ji de?ta Heymanê hatine vir." Bavê min ji carcara bi xwanga min Ele re digot, "Delalê li xwe kiriye fîstanekî, sorî melesî, Direqisê wek delal Mirdêsî."Alê Ehmed.
Gunde BulduQ Bulduk Konya Kurtlerini Ve Anadolu Kurtlerini Anlatan bir Site Kurulmasi Guzel Olmus Ben Butun Gunde BulduQ (BULDUKLULARA) Slmlarimi Sölyuyom Biji Kurden Anatoliyen Gunde BulduQ
Göze ho?luk, gönüle huzur ve umut veren bu güzel siteye, eme?i geçen herkese te?ekkür ve sevgilerimi yolluyorum. Orta Anadolu Kürtlerinin dirili?ini çok önemsiyor, Kawa'n?n yakt??? me?aleye benzetiyorum.. Mam Recall / U.S.A.
Böyle bir siteye emek verekek,bizlere hizmette bulundugunuz icin sizlere sonsuz tesekkürlerimi sunuyorum.Basarilari devamini diliyor,en kötü gününüz sevgi dolu olsun.SAYGILARIMLA..